Servîsa Meteorolojiyê hişyarî dide: Berf û bahoz tê, li rojhilat talûkeya aşîtê heye
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku li seranserê welat hewaya baranê dê zêde bibe. Li gelek deveran bayekî xurt, û li deverên hundir û rojhilatê welat qeşa û cemed tê texmînkirin.
Li gorî pêşbîniyên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li seranserê welat hewa dê nîv-ewrî heta pir ewrî be.
Tê texmînkirin ku berf tesîrê li herêma rojhilatê Behra Reş û beşek mezin ji rojhilatê Anadoluyê bike. Herêmên derdora Bilecik, Sêwas, Qeyserî, Tokat, Erzincan, Qers, Erdexan, Îdir, Agirî, Bitlîs, Wan û Colemêrg, her wiha beşên bakur û rojhilatê Erziromê û beşên rojhilatê Mûşê dê ji berfê tesîrdar bibin.
Rayedarên meteorolojiyê ji welatiyan xwestin ku ji ber metirsiya berfa zêde, bayên bihêz, qeşa û aşîtê baldar bin û tedbîran bigirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.