Serwîsa karkeran qelibî: 4 mirî, 6 birîndar
Li navçeya Pamukkaleya Denîzlîyê mîdîbûsa karkeran qelibî, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li Taxa Irilganê pêk hat. Sewîsa karkeran ku nasnameya şofêrê wî û plaqeya wesayîtê nehat hînbûn, li teneka çopê û dûre jî li dîrega ceryanê qelibî û qulipî.
Piştî qezayê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.