Serwîsa karkeran û otomobil li hev qelibîn: 28 birîndar

Serwîsa karkeran û otomobil li hev qelibîn: 28 birîndar

Li Uşakê otomobil ji paş ve li serwîsa karkeran qelibî, di encamê de 28 kes birîndar bûn.

Qeza li rêbeja Uşak-Îzmîrê pêk hat.

Otomobîla ku di bin kontrola H.Y. de bû li Çarrêya Gedîzê li serwîsa ku di bin kontrola B.P. yê de bû ji paş ve qelibî.

Bi tesîra qelibînê re serwîs qulipî.

Li ser agahdayînê ekîbên sihhetê, cendirme, îtfaiye û AFADê hatin sewqkirin li cihê bûyerê.

Di encama qezayê de 28 kesên di her dû erebeyan de bûn birîndar bûn.

Birîndaran piştî mudaxeleya ewil hatin rakirin nexweşxaneyan.

Nacî Aktaşê Walîyê Uşakê got kurewşa karkerekî giran e û derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.