Serwîsa xwendekaran li wesayîtê qelibî: 18 birîndar

Serwîsa xwendekaran li wesayîtê qelibî: 18 birîndar

Li navçeya Sandîkliyê ya Afyonkarahîsarê, otobuseke dibistanê û wesayîtek li hev qelibîn, di encamê de du ji wan şofêr 18 kes birîndar bûn.

Li navçeya Sandikliyê ya Afyonkarahîsarê, di encama lihevketina otobuseke dibistanê û otomobîlekê de 18 kes birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Afyonkarahîsar-Antalyayê li nêzîkî Herêma Pîşesaziya Organîzeyê qewimî. Otobuseke xwendekaran a bi plakaya 03 L 3464, ku navê şofêrê wê hêj nayê zanîn, li wesayîteke bi plakaya 34 DKG 685 qelibî.

Di qezayê de, her du şofêr û 16 kesên di wesayîtan de bûn bi sivikî birîndar bûn. Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê, polîs û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî wergirtina dermankirina destpêkê birîndar rakirin nexweşxaneyên cûrbecûr ên li Afyonkarahîsarê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.