
Serwîsên ku mamoste di nav de bûn qeza kirin: 28 birîndar
Li Sêwrega Rihayê du mînîbûsa serwîsa ku mamoste di nav de bûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 28 kesan canê xwe ji dest dan.
Qeza, 7emîn kîlometre li ser rêya Qerejdax-Sêwregê pêk hat.
Hat îfadekirin ku mînîbûsa bi plaqeya 63 N 3657 ya ku di bin îdareya M.S. de bû, ji bona ku li ajela li pêşîya xwe nexwe berê xwe zivirand û di heman demê de li serwîsa bi plaqeya 63 S 6325 ya ku di bin îdareya B.C. de bû xist.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de 28 kes birîndar bûn, mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in.
Hat destnîşankirin ku mamosteyên ku di nav serwîsê de bûn li gundên Eroknagi û Faydaliyê wezîfe dikirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.