Şewata daristanê ya li ser Sînorê Amed û Çewlikê tê vemirandin
Şewata daristanê ya ku li herêma Tabantepe ya li ser sînorê Amed û Çewlikê derket, hem ji hewa û hem jî ji bejahî ve tê vemirandin.
Li Tabantepe, li ser sînorê Amed û Çewlikê, agir bi daristanê ket. Vemirandina agir bi hewa û bejayî berdewam dike.
Agir êvarê li Tabantepe, li ser sînorê Amed-Çewlikê derket. Piştî agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Daristanên Amed, Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Gênc û hêzên cendirmeyan şandin cihê bûyerê. Helîkopterek agirkujiyê jî ji hewa ve bersivê dide, cendirme û gundî jî li ser erdê piştgirî didin. Hewldanên vemirandina agir berdewam dikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.