Şewata otêla çûkan a Dîyarbekirê: Gelek kevok telef bûn

Şewata otêla çûkan a Dîyarbekirê: Gelek kevok telef bûn

Li navçeya Bağlar a Dîyarbekirê, di şewata li ser banê otêleke çûkan de nêzîkî 150 kevok mirin. Agir ji aliyê agirkujan ve hate vemirandin.

Di saetên serê sibê de li ser banê wargeheke çûkan a li xaçerêya Dörtyol a Kolana Fatih a li navçeya Bağlar a Dîyarbekirê agir derket.

Agirê ku ji ber sedemek hîn ne diyar dest pê kir, zû banê wê girt.

Tîmên agirkujiyê piştî agahdarkirinê çûn cihê bûyerê û mudaxele kirin û agir kontrol kirin.

Hat hînbûn ku di şewatê de nêzîkî 150 kewok mirine û otêla çûkan jî zirara madî dîtiye.

Ji bo diyarkirina sedema şewatê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.