Şewatên daristanên Liceyê hatin xistin bin kontrolê
Şewatên daristanan ên li navçeya Licê ya Dîyarbekirê derketin, bi destwerdana tîmên Rêveberiya Daristanan hatin kontrolkirin.
Tîmên agirkujiyê agirê daristanê ku li sê deverên cuda yên navçeya Licê ya Dîyarbekirê derketibû kontrol kirin.
Li gorî agahiyan, li gundên Dêrqam, Şahvêrdîyan û Cinezûr ên navçeyê agirê daristanê derketiye. Piştî raporan tîmên Rêveberiya Daristanan şandine herêman. Piştî hewldanên dijwar, tîman agir kontrol kirin û vemirandin. Li sê deveran hewldanên sarkirinê berdewam dikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.