Şîrê dayikê ji bo tenduristiya pitikê û pergala parastinê roleke krîtîk dilîze
Li Amedê ji bo belavkirina xwedîkirina bi şîrê dayikê xebatên tên meşandin berdewam dikin. Pispor balê dikişînin ser ku şîrê dayikê ji bo tenduristiya pitikê û pergala parastinê roleke krîtîk dilîze.
Li Amedê xebatên ku bi armanca balkişandina ser girîngiya xwedîkirina bi şîrê dayikê hatine destpêkirin, berdewam dikin.
Pisporê Tenduristî û Nexweşiyên Zarokan Dr. Heybet Tüzün ku li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê wezifedar e, diyar kir ku şîrê dayikê di geşedana pitikan de çavkaniyeke jêneveger e. Dr. Tüzün destnîşan kir ku gava yekem a gihandina nifşên saxlem xwedîkirina bi şîrê dayikê ye û bal kişand ser girîngiya têkiliya zû ya dayik û pitikê.
Dr. Tüzün wiha got: "Têkiliya zû ya di navbera dayik û pitikê de ku yekser piştî jidayikbûnê pêk tê, gava yekem a jiyaneke saxlem e. Di 6 mehên pêşîn de tenê şîrê dayikê hemû hewcedariyên xurek û şilemeniyê yên pitikê dabîn dike. Bi derbasbûna xurekên lêzêde re, tê pêşniyarkirin ku şîrdan heta 2 saliyê û şûn de jî berdewam bike."

Tüzün diyar kir ku li Tirkiyeyê rêjeya xwedîkirina tenê bi şîrê dayikê di 6 mehên pêşîn de ne di asta têrker de ye û destnîşan kir ku ji bo bilindkirina van rêjeyan li qadan xebatên dijwar têne meşandin.
Tüzün bal kişand ser ku şîrê dayikê bi saya pêkhateyên xwe yên pergala parastinê xurt dikin pitikan ji enfeksiyonan diparêze; her wiha anî ziman ku şîrê dayikê piştgiriyê dide geşedana mîkrobiyotaya rûviyan û di temenên pêş de li dijî nexweşiyên kronîk ên mîna obezîte, diyabet (şekir) û astimê jî roleke parastinê dilîze.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.