Sîyonîstan êrîşî herêmên cuda yên Xezzeyê kirin

Sîyonîstan êrîşî herêmên cuda yên Xezzeyê kirin

Digel agirbestê jî, rejima îşxalker li ser herêmên ku li Xezzeyê îşxal kirîye, ji deryayê, ji hewayê û topan êrîşî kir.

Li gorî şahidên bûyerê, rejîma îşxalker bi top û mitralyozan li nêzîkî konên koçberên li peravên bajarê Xezzeyê gule berda û tirs û panîk çêkir.

Rejîma îşxalker li navenda Xezzeyê bi topan êrîşî deverên di bin kontrola xwe de kir, di heman demê de helîkopteran jî li heman deveran bêserûber malên Filistîniyan gulebaran kirin.

Li başûrê Xezzeyê, balafirên şer ên sîyonîstan li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê li deverên di bin kontrola artêşê de êrîşên hewayî pêk anîn.

Wesayîtên leşkerî her wiha bi çekên mitralyozî gule li deverên rojavayê Refahê yên ku di bin kontrola artêşê de ne, reşandin.

Hêzên îşxalker her wiha li ser deverên cûrbecûr ên Xezzeyê firînên nizm didomînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.