
Skandala tiryakê ya hilberînên Harîboyê mezin dibe
Piştî ku di jelîbonên Harîboyê de esrar hat tespîtkirin welatên Ewrûpayê ketin nav rewşa elarmê.
Piştî Hollandayê li Beljîkayê jî di hilberînên Harîboyê de esrar hat dîtin.
Ajansa xwarina Beljîkayê FAVV-AFSCA daxuyand Harîboyê ku tiştên şîrin û şekiran çêdike, piştî ku di hilberînên wî yên Hollandayê de esrar hatin tespîtkirin, Beljîkayê jî biryar girt ku hemû hilberînên Harîboyê bên komkirin.
Harîboyê ku bi ajansê re daxuyanîyeke hevpar da, destnîşan kir ku mirovên ku hilberînên wan xwarine bi gilîya sergêjî û tenduristîyê çûne nexweşxaneyê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.