Têkilî bi keştiya Hanzala hat qutkirin
Tê ragihandin ku têkilîya bi Hanzala, ku keştiyeke girêdayî Koalîsyona Fîloya Azadiyê ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê ber bi Xezzeyê ve diçû, qut bûye.
Koalîsyona Fîloya Azadiyê derbarê rewşa keştiya Hanzalayê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hemû têkiliyên bi tîma me ya li Hanzala re qut bûne û gelek dron li nêzîkî keştiyê hene. Ev tê vê maneyê ku dibe ku ew hatibin desteserkirin an jî êrîş li me hatibin kirin."
Di daxuyaniyê de bang li temsîlkarên hikûmetê û medyaya herêmî hat kirin ku peyamekê bişînin, da ku zextê li ser rejîma îşxalker bikin, ji bona ku Hanzala berde û rêwîtiya wî ya ewle ber bi Xezzeyê ve garantî bike.
Keştiya Hanzalayê di 13ê Tîrmehê de ji Bendera Syracusa ya Îtalyayê derket, lê ji bo pêkanîna hinek pêdiviyên teknîkî, ji 15ê Tîrmehê heta 20ê Tîrmehê amadekariyên dawî li Bendera Gallipoli temam kir.
Paşê hate ragihandin ku di keştiya ku di 20ê Tîrmehê de rê ket de 21 çalakvan hebûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.