Temsîlkarê HUDA PARê yê Hewlêrê Abdussamed Yalçin Balyozxaneya Filistînê zîyaret kir

Temsîlkarê HUDA PARê yê Hewlêrê Abdussamed Yalçin Balyozxaneya Filistînê zîyaret kir

Abdussamed Yalçinê Temsîlkarê Hewlêr yê HUDA PARê, Nazmî Hazûrîyê Serekkonsulê Hewlêr yê Filistînê zîyaret kir.

Abdussamed Yalçinê Temsîlkarê Hewlêr yê HUDA PARê û Nasuh Sevînîkê Endamê Sazîya Îstîşareya Navend yê HUDA PARê, ji Balyozxaneya Hewlêr yê Filistînê re zîyaretek lidarxistin.

Di zîyaretê de Yalçin û Sevînîk ji teref Sekreterê Yekem yê Qonsulxaneyê Tarik Aydeh ve hatin pêşwazîkirin.

Di zîyaretê de Yalçin, qala xebatên xwe yên wek bi navê HUDA PARê kir. Yalçin, îfade kir ku piştgirîyê ji mafên netewî ya meşrû, azadî, bi serxwe û Filistînîyeke ku paytexta wê Quds e re didin, destnîşan kir ku divê dawî ji îşxala sîyonîstan re bê dayîn û ew bi micadeleya xelkê Filistînê yê ku ji bona azadîya xwe nîşan didin pê şanaz dibin.

Xeyn ji van agahîyan Yalçin îfade kir ku ew wek HUDA PARê ji bo Qudsê bernameyan tertîp dikin û ji xelkê Filistînê re jî destekê didin, bal kişand ku ew ji bona ku di navbera xelkê Tirkîyeyê de derheqê dewa Filistînê de haydarîyê bikin roleke mezin dileyîzin. Yalçin, destnîşan kir ku ew ji bona ku ji xelkê Filistînê re destekê bidin xebateke mezin bikartînin.

Nazmî Hazûrîyê ku ji Yalçin re ji ber zîyaretên wan teşekkur kir, got ku xelkê Tirkîyê bi her alîyê xwe ji xelkê Filistînê re alîkarîyê dike, li alîyê Filistînîyan disekinin û bîr xist ku ew Peymana Sedsala Trampê jî red dikin, ji ber vê yekê pesnan jî da.

Hazûrîyê ku îfade kir axên Filistînê bi xwîna şehîdan hatîye avdan, bal li ser muhîmtîya Keştîya Mavî Marmaraya ku dorpêça Xezzeyê bişkîne birê ketibû kişand.

Hazûrî, ji HUDA PARê re teqdîrên xwe pêşkêş kir û got ku ew wisa difikirin ku bira minasebetên wan berdewam bibe û minasebetên ku hene jî bên biqewetkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.