Temsîlkarên ÎTTÎHADUL ULEMA û Karwana Hêvîyê ku çûbûn “Meşa Xezzeyê” hatin binçavkirin

Temsîlkarên ÎTTÎHADUL ULEMA û Karwana Hêvîyê ku çûbûn “Meşa Xezzeyê” hatin binçavkirin

Temsîlkarên ÎTTÎHADUL ULEMA û Karwana Hêvîyê ku ji bona beşdarî bernameya "Global March to Gaza" (Meşa Xezzeyê ya Kûrewî) ku li Misirê bihata tertîpkirin çûbûn Misirê, ji teref polêsê Misirê ve hatin binçavkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulquddus Yalçin û Alîkarê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Erdal Elîbûyûk ku ji bona beşdarî meşa “Meşa Xezzeyê ya Kûrewî” bibin çûbûn Misirê, ji teref polêsên Misirê ve di otêla ku diman de hatin binçavkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê û ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku Yalçin ji bona ku beşdarî meşa ku ji bo destekê bide Xezzeyê bihata tertîpkirin bibe çûbû Misirê, encax polês avêt ser otêla wan û wan desteserkirin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Alîkarê Serokê me yê Giştî Mele Abdulquddus Yalçin ku ji bo beşdarî bernameya ‘Meşa Xezzeyê ya Kûrewî’ bibe çûbû Misirê, ji teref polêsên Misirê ve êrîş li otêla wan hat kirin û hat binçavkirin. Em ê ji bona ku zilma li Xezzeyê dawî bibe çi bi me bibe em ê bikin û berdewam bikin. Cîhgirtina li cem mezluman, wezîfeyekî bawerîya me û însanîyeta me ye. Astengîyên ewakî, ew ê ji gelên Misilmanan re paşgavîyê navêje. Bi îzna Xwedê, em ê bi sebr û sebatê ji bona ku edalet hakim bibe micadeleya xwe bidomînin.”

Xeyn ji vêya polêsê Misirê ev bû 3 roj in davêjin otêlên mirovên ku ji bona beşdarî meşê bibin çûne Misirê û gelek kesan binçavkirine û dersînorkirine.

Meşa Xezzeyê ya Kûrewî ku di warê netewî de balan dikşîne ser xwe, tê zanîn ku armanca wî ev e balan li ser krîza însanî ya li Xezzeyê bikşîne û desteka ku ji gelê Filistînê re tê nîşandan derxînin holê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.