Terorîstên Cihû agir bi saloneke dewetê ya aidî Filistînîya bû xistin

Terorîstên Cihû agir bi saloneke dewetê ya aidî Filistînîya bû xistin

Terosîtên siyonîst, agir bi saloneke dewetê ya aidî Filistînîyan ku li bajaroka Bedîaya di Şerîaya Rojavayê de bû xistin û li ser dîwaran jî “Ji Ereben re mirin” nivîsandin.

Terosîtên Cihû yên ku di demên tarîya şevê de bi dizî ketibûn bajaroka Bedîayê, agir bi saloneke dewetê ya aidî Filistînîyan xistin û bilez revîyan.

Ji ber şewatê gelek cihên salonê zirar dît. Di lêkolînên ewil ên di cihê bûyerê de hat dîtin ku nivîsên nijadperest liser dîwaran hatine nivîsandin.

Gelên herêmê piştî bûyerê bertek nîşandan û gotin ku divê civaka navnetewî li dijî terora Cihûyan bêdeng nemîne.

Rayedarên Filistînî diyar kirin ku êrîşên bi vî rengî di bin parastian rejîma siyonîst de tê kirin û raste rast jiyana rojane ya Filistînîyan hedef digire. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.