
Tevgera Ciwanî û Dawetê bernameyên “Hevdîtina Ciwanan” û “Fetha Amedê” li dar dixe
Tevgera Ciwanî û Dawetê, ku ji roja damezrandina xwe vir ve di derbarê vejandina ciwanan û menewîyeta civakê de xebat û rêxistinên girîng pêk aniye, ew ê sibê bi bernameyên "Hevdîtina Ciwanan" û "Fetha Amedê" atmosferek menewî pêşkêşî welatiyan bike.
Tevgera Ciwanî û Dawetê, ku dê li kampusa Mizgefta Kurşunlu ya li navçeya dîrokî ya Sûrê "Hevdîtina cîwanan" li dar bixe, hemû ciwanan banga çalakiya ku dê sibê saet 16.30an de dest pê bike kir.
Piştî "Hevdîtina Ciwanan" ku tê de îlahî, pêşangeha wêneyan, şano, kermes û lîstik û organîzasyonên cûrbecûr dê werin lidarxistin, ew ê bernameya "Fetha Amedê" li heman cihî di saet 20:00an de were lidarxistin.
Cîhad Kaplan, Berdevkê Tevgera Ciwanî û Dawetê, ku derbarê bernameyên "Hevdîtina Ciwanan" û "Fetha Amedê" de agahî da û got, "Wekî Tevgera Ciwanî û Dawetê, em sibê ji bo ciwanên xwe li cihê herî xweşik ê ji hêla menewî ve yê Dîyarbekirê, kampusa Mizgefta Hazretî Silêman û Kurşunlu dicivin. Bernameyek watedar û tijî li benda xwişk û birayên me ye."
"Ev bername ne tenê çalakiyek in, lê di heman demê de navê dilsozî û biratiyê ne"
Kaplan diyar kir ku wan berê ragihandibû ku ew armanc dikin ku bi çalakiyên ku di tevahiya havînê de ji bo ciwanan têne lidarxistin, beşdarî vejîna menewî ya ciwanan bibin û got, "Wekî ku me diyar kiribû, çalakiyên bi vî rengî dê di tevahiya havînê de berdewam bikin. Ev bername ne tenê çalakî ne, lê di heman demê de navê dilsozî û biratiyê ne. Bi vê hişmendiyê, em dixebitin ku hawîrdorek peyda bikin ku her birayê me xwe tê de bi qîmet hîs bike."
Kaplan derbarê "Hevdîtina Ciwanan" a ku dê sibê saet 16:30an de li kampusa Mizgefta Kurşunluyê were lidarxistin de agahî da û got, "Ew ê di bernameya me de, gelek îstasyonên lîstikê û kêlîyên kêfxweş hebin. Ew ê di bernameya me de wêne û sergîya yadkirinê jî hebe û ciwnaên me bi vana beşekî tefekûrê bidestbixin. Ew ê bi îlahîyan atmosferekî menewî bijîn.”
"Em ê bi minasebeta salvegera 1386an a Dîyarbekirê bernameyeke fetihê jî li dar bixin"
Kaplan, dûre diyar kir ku ew ê piştî "Hevdîtina Ciwanan" li heman cihî di saet 20:00an de bernameya "Fetha Amedê" jî li dar bixin û weha berdewam kir, "Piştî çalakiya me, em ê ji bo salvegera 1386an a Dîyarbekirê bernameyeke fetihkirinê jî li dar bixin. Wekî ku hûn jî dizanin, fetihkirina Dîyarbekirê hem ji bo herêma me û hem jî ji bo dîroka Îslamê cihekî girîng digire. Fetih ew roj e ku Dîyarbekir bi Îslamê hatiye rûmetdarkirin... Di dawiyê de, sehabeyên Pêxemberê me (s.a.w.) ji bona ku peyama wê doza pîroz bigihînin van axan bi deh hezaran kîlometreyan meşîyan, li binê sûrên bajêr li bendê man û li wê şehîd bûn. Di salvegera vê peyama pîroz de, wezîfeya me, xelkê Dîyarbekirê, ew roj bi awayekî rast bi bîr bînin û ger hewce bike, wê bigihînin nifşên din."
"Em hemû gelê xwe, jin, mêr, zarok û îxtiyaran dawetî vê bernameyê dikin"
Kaplan di dawîyê de hemû gelan dawetî bernameyê kir: "Ev bername dê di saet 20:00an de dest pê bike. Ew ê axaftin li ser wate û girîngiya rojê werin kirin. Hunermendên me yên dengbêj wê îlahî û sitranên ku ji bo fetihkirina Dîyarbekirê hatine veqetandin bibêjin. Bi îzna Xwedê, bernameya me ew ê bi çalakiyên cûda tijî be. Bi vê minasebetê, em hemû gelê xwe, jin û mêr, zarok û mezinan, dawetî vê çalakiyê dikin." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.