
Tevgera Ciwanî û Dawetê di bernameya parq a Rezanê hatin cem hev
Tevgera Ciwanî û Dawetê ya ku bi tevî germbûna hewayê di tesîsên li navçeyan de dest bi bernameyên parqê kirin, vê carê jî li Taxa Korxeta navçeya Rezan bernameyek tertîp kir.
Tevgera Ciwanî û Dawetê ya ku bi dirûşma “Vejîna bi Îslamê, Bilindbûna bi Ciwanî” derket rê, destpêka bernameyên parqê ya vê salê li Parqa Korxetê ya navçeya rezan a Dîyarbekirê da destpêkirin.
Tevgera Ciwanî û Dawetê di bernameya hevdîtina parqan de bi xwendina Quranê dest pê kir; dûre bi şano, îlahî, qesîde û bernemayên dinê berdewam kir.
Bername bi Xwendina Quranê yê ji teref hafizê ÎTTÎHADUL ULEMA Omer Akgul û Xetîb û Meleyê Camîya Kurşunluyê Cebraîl Dedeoglu ve hat xwendin dest pê kir.
Bername bi hatina zarokên ku li camîyên derdorê dersan distînin berdewam kir û îlahî û qesîde hatin xwendin.
Şanoyek ku meseleya wî munazaraya xoce û xwendekarekî wî bû jî hat leyîstin.
Bername bi çeklîş û dayîna dîyarîyan dawî bû. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.