Tir ji rê derket û li dîregê ceyranê qelibî: 2 birîndar
Li ser rêya Cizîr-Silopîyayê, tirekî ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li dîregên ceryanê qelibî, di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Qeza, li alîyê gundê încîya ser rêya Silopîya-Cizîrê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tira bi plaqeya 63 AJE 827, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li dîrega ceryanê qelibî û sekinî.
Di encama qezayê de şofêrê tirê M.C. (30) û hevalê li cem wî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.