Tirkîye, Misir, Qeter û Emrîka îro ji bo Xezzeyê dicivin

Tirkîye, Misir, Qeter û Emrîka îro ji bo Xezzeyê dicivin

Temsîlkarê Emrîkayê Steve Witkoff ji bo merhaleya duyemîn a agirbesta li Xezzeyê ew ê li Miamiyê bi navên payebilind ên Qeter, Misir û Tirkîyeyê re îro civînek li dar bixe.

Emrîka, bi armanva pêşeroja pêvajoya agirbesta li Xezzeyê diyar bikin, ji civînekî krîtîk a bi Misir, Qeter û Tirkîyeyê re amadekarîyê dike.

Li gorî destnîşankirina rayedarekî li Qesra Spî, ew ê Temsîlkarê Emrîkayê Steve Witkoff îro li Miamiyê bi rayedarên her sê welatan re jî merhaleya duyemîn a agirbestê ya li Xezzeyê deynin ser maseyê û gotûbej bikin.

Hat îfadekirin ku ew ê ji hevdîtinê re Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan, Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Muhammed Bîn Abdurrahîm El Sanî û Wezîrê Karên Derve yê Misirê Bedr Abdulatî jî beşdarî bibin.

Tê îfadekirin ku ew ê rojeva navîn a civînê, derbasbûna merhaleya duyemîn a agirbestê û gavên sîyasî û ewlehîyê yên ku di vê pêvajoyê de werin avêtin bin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.