Tirkîye seferên balafiran ji bo Kerkûkê da rawestandin

Tirkîye seferên balafiran ji bo Kerkûkê da rawestandin

Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, geştên hewayî yên di navbera Stenbol û Kerkûkê de demkî hatine rawestandin.

Hêla Hewayî ya Tirkî roja 10ê Kanûna Pêşîn a 2025an, ragihand ku ji ber şert û mercên hewayê yên nearam, dîtina kêm, barana zêde û bayên bihêz, geştên hewayî yên ber bi Kerkûkê ve hatine betalkirin.

Hat diyarkirin ku biryara rawestandina geştên asmanî ji bo ewlehiya rêwî û ekîban hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, rêwî dê bi rêya SMS an jî e-nameyê ji nûvekirinan werin agahdarkirin, û heta ku şert û mercên hewayê baştir bibin û firîn vegerin bernameyên xwe yên normal, ew ê bikaribin bilêta xwe bêpere ji nû ve rezerv bikin an jî tevahiya fîyeta bilêtê werbigirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.