Toza çolê Tirkîyeyê kir bin tesîra xwe
Toza çolê ya ku Tirkîyeyê kir bin tesîra xwe pirsgirêka tenduristîyê derdixe holê û pisporan jî di warê quxik, xwûra çavan û hilmê de hişyarîyan da.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hat belavkirin, hat îfadekirin ku ew ê toza ku Sûrîyeyê were herêma bakur û Behra Spî bike bin tesîra xwe.
Ewrên tozê, ew ê qelîteya hewayê daxîne xwarê, dûrahîya dîtinê kêm bike û bibe sedema barana çemûrê.
Rayedaran bi taybetî ji mirovên nexweş re hişyarî dan ku bila bidîqetbin.
Pisporan derheqê mirovên ku nexweşînên wan ên KOAH, astim û yên di warê hilmê de dinê hene de hişyarîyan didin ku ew di bin rîskê de ne.
Li gorî texmînên meteorolojîyê, ew ê ev rewş 3 roj bidome û pêl bi pêl dawî bibe.
Encax, qirêjahîya hewayê û barînên çemûrê berdewam bikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.