Trump ji Çînê re peyam şand: Em ê nerm bin, ew mecbur in ku bi me re li hev bikin

Trump ji Çînê re peyam şand: Em ê nerm bin, ew mecbur in ku bi me re li hev bikin

Serokê Emrîkayê Donald Trump, derheqê tarîfeyên gumrukê yên ku ji Çînê re didin tetbîqkirin de îfade kir ku ew ê li hemberî wan tewr û sekinekî dijwar negirin.

Serokê Emrîkayê Donald Trump, di bernameyekî sondxwarinê ya ku di Ofîsa Gilowerik de hat lidarxistin de pirsa rojnamegeran bersivand.

Trump ji pirsa ku derheqê Çînê de hate pirsîn re îfade kir ku ew ê bi Çînê re têkilîyên xwe bidomînin û got, “Em ê gelek nerm bin, ew ê jî nerm bin. Dûre em ê bibînin ku wê çi bibe. Lê herî dawîn mecbur in ku bi me re peymanekî bikin. Bileqs ew ê nikaribin bi Emrîkayê re karekî û bazirganîyekî bikin.”

Donald Trump destnîşan kir ku ew ê mueyyîdeyên gumrukê yên ku ji Çînê re têne tetbîqkirin ne mayînde ne, ew ê ev pile jî çi di warê ji sedî 145an de bimîne çi jî di warê sifirê de bimîne. “Em ê li hember Çînê gelek nerm û baş bin.” Xeyn ji vê daxuyanîyê Trump îfade kir ku têkilîyên wî yên bi Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping re “pir baş” in.

Xeyn ji vêya Trump destnîşan kir ku Çînê dixwaze li ser Emrîkayê qezencên aborî bike û bi wê qezencê jî xercaneyên xwe yên leşkerîyê pêk bîne lê ew ê vêya qebûl nekin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.