Trump: Operasyona Venezuelayê serkeftî bû, Maduro û jina wî hatin girtin

Trump: Operasyona Venezuelayê serkeftî bû, Maduro û jina wî hatin girtin

Piştî rêze teqînan li Venezuelayê, Serokê Emrîkayê Donald Trump îddîa kir ku Serok Nicolas Maduro û jina wî hatine girtin û ji welat hatine derxistin.

Serokê Emrîkayê Donald Trump piştî teqînên li çar bajarên Venezuelayê, tevî paytext Caracas, û ragihandina rewşa awarte ya piştre, daxuyaniyên balkêş da. Trump îddîa kir ku Emrîkayê "operasyoneke berfireh" li dijî Venezuelayê pêk aniye û ev operasyon serketî bûye.

Trump got, "Emrîkayê bi serkeftî êrîşeke berfireh li dijî Venezuela û serokê wê, Serok Nicolas Maduro pêk anî. Maduro û jina wî hatin girtin û ji welat hatin derxistin."

Trump diyar kir ku operasyon bi hevrêziya hêzên ewlehiyê yên Emrîkayê tê kirin û hûrgiliyên wê paşê werin parvekirin. Her wiha ragihand ku ew ê îro saet 7:00 êvarê bi dema Tirkiyê li Mar-a-Lago ya Florîdayê civîneke çapemeniyê li dar bixe da ku li ser pêşketinan nîqaş bike.

Teqînên dawî yên li Venezuelayê bûne sedema panîkeke berfireh û hikûmetê rewşa awarte îlan kiriye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.