Tûgayên Qessam, ji alema Îslamê re dîsa banga nimêj û duayê kir
Tûgayên Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê, ji bona ku gelê Xezzeyê ji zilm û qirkirina ku rejima sîyonîst li ser wan pêk tîne xelas bibin û bighêjin rehetîyê bang ji ummeta Îslamê re kir ku bila nimêj bikin û duayan bikin.
Qessam li ser qenala Telegramê bi navê “Ji Bo Gelê Xezzeyê Duaya Firehîyê” bangek duyemîn kir.
Tûgayan, ji gelê Ereb û alema Îslamê xwest ku bila ji bo xûşk û birayên xwe yên Xezzeyî ku bisebr û metanet in ji bin zilm û tehdayîyê derkevin û derdên wan sivik bibin ji Xwedê re destê xwe vekin û lawayan bikin.
Di vê çarçoveyê de ew ê roja Pncşemê piştî nimêja eşayê wê di camî û meydanan de du rekaet nimêj bê kirin û dûre dest ji Xwedê re werin vekirin û dua bên kirin.
Qessam duayên ku werin xwendin jî weha parve kir:
“Lâ îlâhe îllallâhu’l-azîmû’l-halîm,
Lâ îlâhe îllallâhu Rabbu’l-arşî’l-azîm
Lâ îlâhe îllallâhu rabbu’s-semâwâtî we rabbu’l-ardî we rabbu’l-arşî’l-kerîm” (100 caran)
Qessam di dawîya peyamê de weha got, “Em ji Xwedê daxwaz dikin ku bila firehîyê bi lez û bez bîne. Qeweta wî ji vêya re heye. Hêz û qewet tenê ya wî ye.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.