
Tûgayên Qessam li Xan Yûnisê li sîyonîstan xist: Mirî û birîndar hene
Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, leşkerên sîyonîstan ku li rojhilata Xan Yûnisê ketibûn nav malekî bi teqemenîyan hedef girt. Gelek leşkerên sîyonîst di bin kavilan de man, ji herêmê re helîkopter hat şandin.
Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, li rojhilata bajara Xan Yûnisê li djiî hêzên sîyonîstan operasyonekî tesîrdar li dar xistin.
Leşkerên sîyonîst ên ku li herêma rojhilata bajaroka Kararayê xwe sipartibûn nav malekî, ji teref berxwedêran ve bi teqemenîyan hatin hedefgirtin. Di encama teqînê de avahî bi temamî hilweşîya.
Tûgayên Qessam, daxuyand ku di nav leşkeran de mirî û birîndar hene.
Operasyon bi vêya tenê nema. Michîdan bi yekîneya ku ji bo alîkarîyê hatibû re jî ketin nav pevçûnê. Dûre jî şervanên Qessam, li dijî leşkerên ku li alîyê têketina tinêlekî ku ji berê ve hatibû amadekirin bûn jî bi teqemenîyê operasyonek li dar xistin.
Hat îfadekirin ku piştî van operasyonan ji herêmê re gelek helîkopter hatin şandin û leşkerên mirî û birîndar hatin tehlîyekirin. Tûgayên Qessam, hûrgilîyên operasyonê parve kirin û bal kişandin ku berxwedan hêna jî berdewam dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.