“Turabî bes qeyba Sudanê nîne, ew qeyba alema Îslamê ye”

“Turabî bes qeyba Sudanê nîne, ew qeyba alema Îslamê ye”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saît Şahîn çend roj berê ji ber ku Serokê Partiya Kongreya Gel ya Sûdanê Hasan Turabî wefat kiribû çû Sûdanê û li wir beşdarê bernamekê bû.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saît Şahîn ji ber ku Hasan Tûrabî yê ku ji rîsipiyên Sûdanê û her wiha ji alimên Îslamê wefat kiribû çû Sûdanê û li Hartûma payîtextê Sûdanê beşdarê bernamekê neteweyî bû.

Şahîn di bernameya neteweyî yê ku ji bo Hasan Turabî hatibû lidar xistin de axivî û di axavtina xwe de diyar kir ku Hasan Turabî bes qeyba Sudanê nebû, ew qeyba alema Îslamê bû.

Şahîn destnîşan kir ku ji Tirkiyê silav aniye. Dûvre Şahîn axvtina xwe wiha domand: “Me hizn û şîna birayên xwe yên Tirkîyê anî vir. Di nabeyna me de mêvanên gelek hêja û bi qîmet hene. Ji ûlemayê alim hene. Şêx Muhemmed Raşîd Ganûşî, Şêx Abdullah û gelek alimên bi rumet û bi qîmet hene. Ez wan hemiyan bi silavê Xwedê Teala silav dikim. Slavê Xwedê Teala li ser wan bibe. Ez serxweşiya xwe ji Partiya Kongreya Gel û ji malbata Şêx Tûrabî re pêşkeş dikim.”

 “Turabî ji bo alema Îslamê alimekê gûzîde bû”

Şahîn axavtina xwe wiha domand: “Piştgirî û xebatên Tûrabî bes ji Sûdanê re nebû. Xebatên wî ji Tirkîye, Endonezya, Malezya, Misir û hemî alema îslamê re çêbûbû. Me di salên 80-90an de ji pirtûkên Şêx Abdullah Hasan Tûrabî gelek îstîfade dikir. Her wiha em dizanin ku mirina alimekê mirina alemek e. alem bi aliman li ser piyan disekine. Îro alem, alimekê jî winda kir. Xwedê Teala alemê bê alim nehêle. Em dûbare serxweşiya xwe ji malbata alimê re pêşkeş dikin ku malbata wî bes pîrek û zarokên wî nînin. Malbata wî malbata Îslamê bû, malbata îmanê bû. Em jî ferdên ji malbata wî ne. Ji ber vê yekê bila serê me hemiyan xweş bibe.”

Piştî axavtina Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saît Şahîn tekbîr hat xwendin. (ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler