UNICEF: îsraîl li Xezzeyê rê li ber ketina xwarinên jiyan-rizgarker digire
UNICEFê diyar kir ku rejîma sîyonîst bi zanebûn rê li ber gihandina alîkariyên mirovî digire û bi hezaran pitik li Xezzeyê di talûkeya mirinê de ne.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku rejîma sîyonîst berdewam rê li ber gihandina alîkariyên mirovî bo nav Xezzeyê digire.
Saziyê ragihand ku 938.000 qutiyên xwarina zarokan a amade, ku ji bo jiyana pitikên ku ji kêmbûna xwarinê ya giran dikişînin pir girîng e, ji Tebaxê ve hatine rawestandin.
Berdevkê UNICEFê Ricardo Pires di civîneke çapemeniyê de li Cenevreyê got, "Ev derengketin rasterast jiyana bi hezaran pitikan tehdît dike."
Pires tekez kir ku ne tenê ketina formulê, lê di heman demê de kîtên zayînê, sarincên ku bi enerjiya rojê dixebitin, jenerator, materyalên paqijkirina avê û parçeyên yedek jî qedexe ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her çend di hefteyên dawî de di mîqdara alîkariyên ku dikevin Xezzeyê de hinekî zêde bûye jî, ew hêna jî ji pêdiviyên welat pir kêmtir e. Li gorî daneyên UNICEFê, di navbera 12ê Cotmehê û 10ê Mijdarê de tenê 5.500 qamyonên alîkariyê ketine Xezzeyê û gelek pêdiviyên bingehîn hêna jî qedexe ne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.