UNRWA: Ji bo însanîyeta li Xezzeyê wext diqede
Ajansa Îskan û Alîkarîya Penaberên Filistînê yê Neteweyên Yekbûyê (UNRWA), ji bo Xezzeya ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve êrîşên rejima îşxalker berdewam dike banga “niha agirbest”ê kir.
UNWRA, ji ber ku rejima îşxalker alîkarîyên ji bo Xezzeyê asteng dike daxuyanîya “rakirina dorpêça li Xezzeyê” da.
Di daxuyanîya ku bal li ser felaketa Filistînîyên ku dijîn hat kişandin de, weha hat gotin, “Ji bo însanên li Xezzeyê wext diqede. Ji bo însanên li Xezzeyê xwarin diqede. Ji bo însanên li Xezzeyê derman diqede. Ji bo însanên li Xezzeyê cîhekî ewle tineye.”
Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini, destnîşan kir ku li Xezzeyê ji 1500î zêdetir xebatkarên tenduristîyê û ji 600î zêdetir însanên ku dixwestin alîkarîyê bistînin hatin qetilkirin.
UNRWA, diyar kir ku ji bo Xezzeyê “Bi hezaran tirên alîkarîyê li bendê ne û di nav wan de gelek tiştên ku qîma Xezzeyê bikin heye.”
Rejima sîyonîst ku ji 2yê Adarê vir ve bi dorpêça ku tetbîq dike nehiştîye ku danekî genim jî bikeve hindir û bi vê şeklê ji felaketekî însanî ya herî mezin re rê vekir.
Rejima îşxalker ji 2yê Adarê vir ve hemû derîyên sînor ên bejahîyê girtîye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.