UNRWA: Li Xezzeyê 420 hezar kes koçber bûn

UNRWA: Li Xezzeyê 420 hezar kes koçber bûn

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku piştî îxlalkirina peymana agirbestê ji teref rejîma sîyonîstî ve heta niha 420 hezar kes li Xezzeyê koçber bûne.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku ji 18ê Adarê vir ve ku rejîma sîyonîst bi awayekî yekalî peymana agirbestê şikand, 420 hezar kes li Xezzeyê bûn koçber.

Di dema ku rejîma îşxalker ji 7ê Cotmehê ve li Xezzeyê bi hedefgirtina sivîlan komkujî pêk tîne de, cîhan jî li hemberî vê sûcê bêdeng dimîne.

UNRWA weha got, "Jixwe rewşa ku xerab e, bi bomberdman û astengkirina alîkarîyên însaîn xerabtir jî dibe.”

UNRWA got ku ew 115 penagehan li seranserê Xezzeyê dixebitîne, di nav vana de jî zêdetirî 90.000 sivîlên ku ji cîhê xwe bûne lê dijîn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.