UNRWA: Xezze, felaketakî însanî ku birçîbûnî belav dibe, ti amûrekî paqijî û avê tineye dijî
UNRWA, destnîşan kir ku însanan li Xezzeyê ji birçîna dixemin û canê xwe ji dest didin, “Xezze, felaketakî însanî ku birçîbûnî belav dibe, ti amûrekî paqijî û avê tineye dijî.”
UNRWAyê li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku li Xezzeyê ji ber sedema birçbûna bi dijwar û tinebûnîyê, însanên li wê derê dixemin.
Hat ragihandin ku li Xezzeyê zarok û mirovên astengdar ji birçîna canê xwe ji dest didin, “Li Xezzeyê însan birçî têne hiştin. Ji meha Adarê ku îsraîlê têketina alîkarîyan asteng kirîye vir ve, li sînorên welatên dinê bi hezaran qamyonên alîkarîyê yên UNRWAyê hene. Ji bona ku ev alîkarîyên me yên ku ew ê jîyana însanan xelas bike bighêje Xezzeyê divê bi lez û bez dorpêç were rakirin.”
Wezareta Tenduristî ya Filistînê ya li Xezzeyê, diyar kir ku ji ber polîtîkayên birçîhiştina rejima sîyonîst di nav 24 seatên dawîn de 4 jê zarok 15 kes ji birçîna canê xwe ji dest dan.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve hejmarê mirovên ku ji birçîna canê xwe ji dest dane 80 jê zarok gihîşt 101 kesan.
Li Xezzeyê di serî de zarok, hejmarê mirîyan zêde dibe.
Derdorên navneteweyî û herêmî îfade dikin ku rejima sîyonîst “birçîhiştin û bêavîyê wek çekekî bikartîne” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.