UNRWA: Xwarin, derman û pêdiviyên bingehîn ji bo Xezzeyê hatine amadekirin

UNRWA: Xwarin, derman û pêdiviyên bingehîn ji bo Xezzeyê hatine amadekirin

Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini diyar kir ku peymana li Xezzeyê hatiye kirin rehetiyek mezin aniye û got, "Me xwarin, derman û pêdiviyên bingehîn amade kirine ku ji bo Xezzeyê werin şandin."

Philippe Lazzarini, Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) got, "Lihevkirina ku di dawîyê de li Xezzeyê li ser agirbestê û serbestberdana êsîran hat bidestxistin rehetiyek mezin e."

Lazzarini diyar kir ku sîvîlên ku du sal in ji bombebaran û wêrankirina dijwar êş û janan dikişînin, ji vê pêşveçûnê rihet bûne û got, "Rehîn û êsîrên Filistînî yên ku ji ceribandinek dijwar derbas bûne, di dawiyê de dê bi malbatên xwe re werin cem hev."

Lazzarini got ku UNRWA xwarin, derman û pêdiviyên din ên bingehîn amade dike ku ji bo Xezzeyê werin şandin û got, "Ji bo temamê nifûsê di qasê sê mehan de lazimatîyên me hene ku qîmê wan bike.”

Lazzarini tekez kir ku ekîbên UNRWAyê ew ê di parastina xizmetguzariyên bingehîn ên wekî tenduristî û perwerdehiyê de roleke girîng bilîzin û got, "Zêdetirî 660.000 zarok bi bêsebrî li benda vegera dibistanê ne. Mamosteyên UNRWA amade ne ku daxwazên wan bicîh bînin."

Lazzarini bang li civaka navneteweyî kir û got, "Ez bang li hemû dewletên endam dikim ji bona ku di berdewamiya xebata xwe ya ji bo alîkariya mirovên hewcedar de alîkariya wan were kirin di vê serdema krîtîk a pêş de piştgiriyê bidin UNRWAyê." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.