Urdun: Em tehcîrkirina Filistînîyan red dikin
Urdunê, daxuyand ku ew teşebûrên bicîhkirina Xezzeyîyan a ji Misir û Urdunê re ya Serokê Emrîkayê Donald Trump red dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Safadî, derheqê daxuyanîyên Serokê Emrîkayê Donald Trump ku gotibû ewê Xezzeyîyan bişînin Misir û Urdunê de daxuyanîyek da.
Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Safadî di daxuyanîya ku da de weha got, “Em tehcîrkirina Filistînîyan red dikin; Ev sekina me ya kesin e. Çareserîya ji meseleya Filistînê re, divê ji bo Filistînîyan çareserîyek be. Urdun yê Urdunîyan e, Filistîn jî ya Filistînîyan e.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.