Valîtiya Diyarbekirê piştî berfê hişyarî da
Parêzgariya Diyarbekirê, piştî barîna berfa ku li bajêr bibandor bû, di 23'yê Rêbendanê de navberek da xebatên hin saziyan (tatîl kir).
"Ji Parêzgariya Diyarbekirê daxuyaniya tatîla berfê"
"Parêzgariya Diyarbekirê, piştî barîna berfê ya ku li bajêr bibandor bû, roja 23'yê Rêbendanê xebatên hin saziyan da sekinandin û hat ragihandin ku dê hin xebatkar jî wekî bi destûra îdarî bên hesibandin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Diyarbekirê ve hat de wiha hat gotin: 'Ji ber barîna berfa zêde ya ku li parêzgeha me berdewam dike, bi armanca pêşîgirtina li pirsgirêkên di çûnûhatinê (trafîkê) de, roja Înê 23'yê Rêbendana 2026'an li seranserê bajêr xebatên kursên perwerdehiya taybet, navendên perwerde û rehabîlîtasyonê yên taybet, kreş û baxçeyên zarokan (gündüz bakımevi) rojekê hatine rawestandin. Her wiha; xebatkarên jin ên ku zarokên wan diçin kreş û baxçeyên zarokan (rewşa xebatkarên di beşên tenduristî, ewlehî û saziyên 24 saetan de li gorî hewcedariya xizmetê dê ji aliyê yekîneyên têkildar ve were nirxandin), xebatkarên kêmendam û ducanî yên di saziyên dewletê de dixebitin jî dê wekî bi destûra îdarî bên hesibandin. Ji welatiyên me tê xwestin ku baldar û bi tedbîr bin, heta ku ne mecbûr bin bi wesayîtên xwe yên taybet dernekevin trafîkê.'"




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.