Walîtîya Qudsê: Xebatên kolandinê ya îsraîlê li derdora Eqsayê avayîyên pîroz tehdîd dike

Walîtîya Qudsê: Xebatên kolandinê ya îsraîlê li derdora Eqsayê avayîyên pîroz tehdîd dike

Walîtîya Qudsê daxuyand ku kolandinên ku hêzên îşxalker li derdorê Mescîdî Eqsayê bikartînin, binesazîya avayîyên îslamî û dîrokî yên li herêmê tehdîd dike.

Derheqê kolandina li derdorê Mescîdî Eqsa û Qudsê de ji teref Walîtîya Qudsê ve hişyarîyek hat dayîn.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku ev kolandên ku îşxalkeran bikartînin yek parçeyek ji plana Cihûyîkirina dîroka Qudsê û nasnameya Îslamî ye.

Hat îfadekirin ku di kolandinê de li jîngehên curbecur ên Bajara Kevn têne kirin de tinel têne vekirin, van xebatan jî binesazîya Mescîdî Eqsayê bi şekleke ciddî tehdîd dike.

Walîtîya Qudsê îfade dike ku rejima îşxalker van xebatên xwe jî bi navê “Xebatên arkeolojîkî” binav dike.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Van xebatan tenê mîrasa mîmarîya Qudsê tehdîd nake, lê ew di heman demê de temamîya Mescîdî Eqsayê ku ji bo alema Îslamî cîheke pîroz e jî tehdîd dike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.