Walîtîya Stenbolê: Di erdhejê de 151 kes ji bilindahiyê xwe avêtin û birîndar bûn

Walîtîya Stenbolê: Di erdhejê de 151 kes ji bilindahiyê xwe avêtin û birîndar bûn

Walîtîya Stenbolê ragihand ku tedawîya 151 welatiyên ku di erdheja bi lerza 6,2an da ji bilindahiyê xwe avêtibûn û birîndar bûbûn, dewam dike û metirsiya canê wan tune ye.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Stenbolê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di erdheja bi lerza 6,2an a ku li Sîlîvriyê pêk hat de ji saet 15.30an pê ve di enerjî û binesazîya xaza xwezayî, ava vexwarinê û kanalîzasyonê de xerabîyên ku tesîrê li jiyana giştî bike de çênebûye.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku di erdhejê de tu ziyanên canî çênebûne û hat gotin, "Tedawiya 151 welatiyên ku ji ber panîkê xwe ji bilindahiyê avêtibûn, li nexweşxaneyan dewam dike û talûkeya wan a mirinê nîne. Li tevahiya bajêr di avahiyên niştecihiyê de xesar çênebû. Avahiyeke ku terikandibû hilweşiya.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.