Walîyê Duhokê: Aliyên peywendîdar ên her du welatan dê dest bi proseya yasayî ji bo lêkolînkirina bûyerê bikin

Walîyê Duhokê: Aliyên peywendîdar ên her du welatan dê dest bi proseya yasayî ji bo lêkolînkirina bûyerê bikin

Walîyê Duhokê Dr.Elî Tatar ragehand ku, aliyên peywendîdar ên her du welatan dê dest bi proseya yasayî bo lêkolîna bûyerê bikin.

Walîyê Duhokê Dr.Alî Tatar derbarê êrîşa ku doh li bajarokê Nisêbînê ya parêzgeha Merdînê hat kirin de daxuyaniyek da.

Di encama êrîşê de 4 welatiyên Duhokê canê xwe ji dest dabûn û yek jî birîndar bûbû.

Dr. Alî Tatar sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û weha got, "Aliyên eleqedar ên her du welatan dê ji bo lêkolînkirina bûyerê xebatên hiqûqî bidin destpêkirin.

Doh êvarî li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê di encama êrîşa çekdarî ya li dijî wesayîteke bi plaqeya Dihokê de 4 kes miribûn û kesek jî birîndar bûbû.

Temamiya daxuyaniya Alî Tatar:

“Mixabin şeva borî li bajarê Nisêbînê yê Tirkiyê 5 welatiyên parêzgeha Duhokê bi guleyan hatin kuştin û di encamê de 4 kes ji wan canê xwe ji dest dan û yek ji wan Hacî Ebdullah Rêkanî, hevjîn û keça wî jî di vê bûyera diltezîn de birîndar bûn. Malbata nemir Seyîd Celaleddîn Rêkanî, dayîka Mela Ehmed Rêkanî yek ji qurbaniyan e û Mela Ehmed jî birîndar bûye Em hêviya başbûnê ji mamosta re dixwazin û em radigihînin ku aliyên peywendîdar ên her du welatan dê ji bo lêkolînkirina bûyerê rêkarên yasayî bigrin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.