Wê milyonekî Xezzeyî ji cîhê xwe bibin
Bi erêkirina plana îşxalkirina Xezzeyê ya rejima îşxalker, nêzê milyonekî Filistînîyên ku li bakurê Xezzeyê dijîn ew ê carekî dinê jî ji koçê re werin mecbûrhiştin.
Kabîneya Ewlehî ya rejima îşxalker, di civîna ku di bin serokatîya Netenyahuyê îşxalker de hat lidarxistin de, plana îşxalkirina Xezzeyê hat erêkirin. Bi vê biryarê ew ê çavê îşxalkeran dîsa li bakurê Xezzeyê be.
Netenyahu berîya civînê ji Fox News re roportajekî dabû û gotibû ku ew ê “Xezzeyê bi temamî îşxal bikim” Encax hinek payebilind ên qaşo yên rejima îşxalker, bi taybetî jî Serfermandar Eyal Zamîr, li hember vê fikrê disekinîyan. Xeyn ji vana ewlehîya êsîrên sîyonîst ku li herêmê têne girtin û berteka raya giştî ya navneteweyî bû sedema tenê îşxalkirina bajara Xezzeyê.
Êrîşên rejima îşxalker ên li dijî bajara Xezzeyê, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve bi hezaran Filistînîyhan mecbûrê koçê kiribû. Ev biryar dîsa wê koçê anît rojevê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.