Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Kîlîsê beşdarî festîwala îsotê bû
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PAR Şahzade Demîr, ji bona ku beşdarî festîwala bi navê “Tehma ku Ji Tujîtîyê Tê” bibe çû Kîlîsê.
Şahzade Demîr Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PAR, bi tevî Serokê Bajarê Entabê yê HUDA PARê Faruk Goçer, Serokê Bajarê Kîlîsê yê HUDA PARê Alî Kîrîş û lijneya bi wî re çû festîwalê û li cîhê protokolê cîhê xwe girt.
Demîr, li gund bi tevî welatîyan standên ku hatine vekirin zîyaret kir û herî dawîn jî çû herêma ku festîwal li wê derê tê kirin.
Demîr derheqê festîwalê de axivî û got, “Îsota ku li gundê me yê Hasancaliyê tê çêkirin hem sifra me dixemilîne û hem jî tehmekî xweş dide xwarinê me, ev ji bo bajarê me yê Kîlîsê jî çavkanîyek gelek baş e ji bo debarê. Di vê çarçoveyê de ez hemî gundîyên me tebrîk dikim.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.