Weqfa Êtîman li Entabê ji ber Meha Remezanê xida belav kir

Weqfa Êtîman li Entabê ji ber Meha Remezanê xida belav kir

Di meha Remezanê de ji bo malbatên sêwî yên ku berê ji teref Nûnertiya Weqfa Êetîman Entabê ve hatibûn tesbîtkirin erzaq hat belavkirin.

Qolîyên xwarinên ku ji aliyê xêrxwazan ve hatibûn amadekirin, ji aliyê endam û dildarên Weqfa Êtîman ve derî bi derî radestî zarokên sêwî hatin kirin.

419c81dd-d611-4a21-abd4-fd9f8cc6b52a.jpg

Nûnerê Weqfa Êtîman a Entabê Eyûb Yuzgeç jî wiha got, “Weke Weqfa Êtîman em her sal di vê Remezanê de çalakiyên xwe yên taybet ên ji bo Remezanê didomînin. Weke ummeta pêxemberekî sêwî divê em li sêwîyên xwe xwedî derkevin. Baweriya me fermanê dide me ku em sêwiyan biparêzin û xwedî li wan derkevin û mal û milkên wan bi awayekî herî baş biparêzin. Di vê wateyê de em bi taybetî girîngiyê didin zarokên sêwî û weke pêdiviya baweriya xwe em bi baldarî li hemû pêdiviyên wan xwedî derdikevin.

Em her sal di demên cuda yên salê de ji bo sêwiyan çalakiyên taybet, bernameyên fitarê, projeyên kincên havîn û zivistanê, bexşên kirtasiyê, her wiha pîknîk bi beşdariyeke mezin û gelek çalakiyên din li dar dixin. Em ê îro jî hewl didin ku paketên xwarinê yên ku ji bo malbatên xwe yên sêwî amade kirine bigihînin xwişk û birayên xwe yên sêwî. Em ê bi gotina ku sêwî bikene, dinya dikene, em ê li hemberî van xwişk û birayan cudakariya erênî bikin.”

“Êtîm wesîleya bereketê ye”

Yuzgeç di dawîya axaftinên xwe de wisa got, “Di 22 ayetên Qur'ana Pîroz de mijarên têkildarî êtîm û sêwiyan hatine binavkirin û ji me re hatiye emir kirin ku em bi baldarî li sêwîyan xwedî derkevin. Dîsa Pêxemberê me tiliya xwe ya navîn û tiliya nîşanê danî ser hev û got: ‘Di mala kê de sêwî hebe, ew mal maleke bibereket e, ew xanî jî mala herî baş e. Em bi kesê ku li bihuştê sêwî xwedî dike re wiha ne.' Di vê wateyê de ez bang li her kesê ku bikaribe xwedîkirina zarokên sêwî bike, dikim.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.