Weqfa Êtîman li Kobaniyê ji sîvîlan re alîkarîyê belav kir

Weqfa Êtîman li Kobaniyê ji sîvîlan re alîkarîyê belav kir

Weqfa Êtîman ji bo sivîlên ku di bin tesîra şerê li herêma Kobaniyê de ji bo jiyanê micadeleyê didin, fealîyetekî alîkarîya însanî pêk anî.

Weqfa Êtîman, ku xebatên xwe yên alîkariya însanî li herêma Kobaniyê didomîne, xwarinên germ, nan, şîr û şîrîniyên ji bo zarokan li sivîlên ku ji şer pir tesîrdar bûne belav kir.

Li Kobaniyê, ku yek ji wan welatên ku ji ber şerê demdirêj ê Sûrîyeyê herî zêde zirar dîtine, Weqfa Êtîman fealîyeteke alîkariya însanî ya berfireh pêk anî. Ekîbên weqfê, bi gihîştina sîvîlên ji şer tesîrdar bûne û yên ku di bin şert û mercên dijwar de ji bo jiyanê micadeleyê didin, ji bona ku pêdiviyên wan ên xwarinê yên bingehîn peyda bikin piştgirî dan wan.

Li Kobaniyê ku ji ber şerê demdirêj encamên herî giran dîtiye, di çarçoveya xebata ku ji hêla Weqfa Êtîman ve tê kirin de, xwarinên germ, nan, şîr û cûrbecûr xwarinên xweş li malbat û zarokên hewcedar hatin belavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.