Weqfa Evîndarên Pêxember Peyama Cejna Qurbanê belav kir

Weqfa Evîndarên Pêxember Peyama Cejna Qurbanê belav kir

Weqfa Evîndarên Pêxember bi minasebeta Cejna Qurabanê peyamek belav kir; di peyamê de derheqê ehemmîyeta qurban û hecê de agahîyan hat dayîn û hat bibîrxistin ku di van rojan de ji bo Xezze û hemû mezlumên Îslamê bila dua bê kirin.

Weqf derheqê Cejna Qurbanê ku temsîlîyeta îtaet û teslîmîyetê ye de peyamek belav kir. Di peyamê de hat îfadekirin ku zîyaretên eydê bila bêne kirin, û ji bo Xezze û mezlumên alema Îslamê dua bê kirin.

Peyam bi navê Weqfê ve ji teref Endamê Sazîya Bireveberîya Weqfa Evîndarên Pêxember Omer Çelîk ve hat xwendin.

Çelîk di destpêka peyamê de Hemd ji Xwedê re û selat û selam li ser Resûlê Xwedê anît des pê kir û got, “Xwedê di ayeta xwe de dibêje ‘Me ji her umetê re qurbangehek daniye da ku li ser şerjêkirina wan terşan (deve, dewar, pezên) ku wek risq me daye wan navê Xwedê bînin. (Gelî mirovan!) Xwedayê we Xwedayekî yek e, vêca radestî ber fermana Wî bibin. Mizgînê bide wan kesên ku ji bo Xwedê xwe dişkînin û dilnizm in!’ Resûlê Xwedê jî di hedîsa xwe de weha gotîye, ‘Amela herî bi fezîlet û baş ê ku însan di roja Eyda Qurbanê de bikarbîne, serjêkirina qurbanê ye.’”

“Eyda Qurbanê, demsalekî ku ebdîtîya me ya ji Rebbê me re herî bilind e”

“Rojên Eydan, wextên cuda yên ku Rebbê me ji me re wek îkramekî daye; hezkirin, mihabbet û biratîya me zêdekirîye ne. Eyda Qurbanê jî ji van rojan yek e, lê ferqekî wî ji yên dinê heye ku di vê Eydê de îbadetekî heye û bi vê îbadetê jî ehemmîyeta wî zêdetir dibe. Eyda Qurbanê ev e ku Xwedê di şexsê Hezretî Îbrahîm û Hezretî Îsmaîl de ji me re teslîmîyet û îtaetê dide hînkirin. Bi belavkirina qurbanan nîşanê me dide ku rengê me, zimanê me çi dibe bila bibe em xûşk û birayên hev in, van rojan ji bo me derîyên rehmê ne.”

Çelîk derheqê demsala hecê de jî axivî û got, “Eyda Qurbanê; rojên wisane ku ji çar alîyê cîhanê bi milyona însan bi îbadeta Hecê dibin mêvanê Xwedê. Van însanan xwe ji gunehan paqij dikin û ji ber vê yekê Eyda Qurbanê, demsalekî ku ebdîtîya me ya ji Rebbê me re herî bilind e.”

“Em ji mezluman re duayan bikin”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de derheqê Xezzeyê de jî axivî û got, Her çiqas jî di serî de li Xezze û Filistînê li giştî jî li çar alîyê cîhanê misilman mezlum û bindestbin jî em kêfxweşîya vê îbadeta ku Rebbê me daye me dijîn. Em wisa bawer dikin ku ew ê van rojên me bi kêfxweşî derbas bibin û ji Xwedê jî vêya dixwazin.”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em ji xûşk û birayên xwe dixwazin ku bila di serî de ji Xezze di giştî de jî bila ji hemû mezlumên cîhanê û erdnigarîyên Îslamê re duayan bikin. Em di van rojên Eydê de dê-bav, mezinên malbatê xwe, xizm û cîranên xwe jî zîyaret bikin. Xwedê van rojan ji bo yekîtîya me bike wesîle. Û hemû qurbanên me ji niha ve qebûl bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.