Weqfa Sêwiyan li Dîyarbekirê goştê qurbanê dide malbatên sêwî

Weqfa Sêwîman, ku bi qurbanên ku bi boneya Cejna Qurbanê wergirtiye, xebatên xwe lezandiye, pakêtên goştê qurbanê yên ku amade kirine digihîne sifreyên malbatên sêwî yên li Dîyarbekirê.

Weqfa Sêwiyan, ku bi alîkariya xwe ya ji bo sêwî, feqîr û bêkesan dilê hejaran qezenc kiriye, bi rêxistina qurbanê ya 2025an ku daye destpêkirin jî bûye hamiyê sêwiyan.

Weqfa Sêwiyan îro goştê qurbanê ku duh serjê kiribû, radestî malbatan dike da ku bi boneya Cejna Qurbanê goştê qurbanê ji bo sifreyên bindestan peyda bike.

Nûnerê Weqfa Sêwiyan a navçeya Rezan Vedat Bilge, di derbarê çalakiyên belavkirina goştê qurbanê de spasiya xêrxwazan kir ku wan di vê xizmeta pîroz de kirine navbeynkar.

Bîlge got, "Wekî Weqfa Sêwîyan, me goştê qurbanê ku xêrxwazan ji bo me peyda kiribûn, radestî sêwî û malbatên feqîr kir. Me got ku di vê cejnê de qet nebe rûyê wan dê bikeniya. Xwedê ji xêrxwazan razî be ku me wekî navbeynkar bikar anîn da ku kêfê bînin rûyê wan. Ev xizmeta baş dê heta roja 4emîn a cejnê berdewam bike. Em ê qurbanên ku heta roja dawî tên serjê bikin û radestî malbatên feqîr bikin. Em spasiya xêrxwazan dikin ku me wekî navbeynkar di vê xebatê de qebûl kirine. Cejna wan û ya tevahiya alema Îslamê pîroz be."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.