Weqfa Yetîman beriya cejnê li Cizîrê rûyê bi sedan zarokên sêwî kenand
Weqfa Yetîman (Yetimler Vakfı), beriya Cejna Remezanê li Cizîrê hewcedariyên dravî (nakdî) û yên kelupelan (aynî) yên zarokên sêwî û bêkes bi cih anîn û bi vê yekê rûyê wan keniya.
"Weqfa Yetîman li Cizîrê beriya cejnê bi sedan zarokên sêwî şad kirin"
Weqfa Yetîman (Yetimler Vakfı) ya ku her meh bi awayekî birêkûpêk mûçeyên sêwiyan (yetim aylığı) dabeş dike, vê carê beriya cejnê hewcedariyên dravî û yên kelupelan (aynî) yên zarokan bi cih anîn û bi sedan zarok li Cizîrê şad kirin.
Weqfa Yetîman ku di meha Remezanê de ji bo sêwî, bêkes û kesên hewcedar xebatên wekî pakêtên xurekê (gıda kolisi), cil û berg, pêlav, fîşên nan, goşt û alîkariya dravî meşandin; beriya Cejna Remezanê jî bû wesîle ku rûyê bi sedan zarokên sêwî bikene.
Nûnerê Cizîrê yê Weqfa Yetîman Yusuf Özalp diyar kir ku ew di beriya Cejna Remezanê de bûne şirîkê kêfxweşiya zarokan û spasiya xêrxwazan kir.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.