Wêraniyeke bêhempa li Tel Avîvê: Rejîma sîyonîst hewl dide ku windahiyan veşêre

Wêraniyeke bêhempa li Tel Avîvê: Rejîma sîyonîst hewl dide ku windahiyan veşêre

Di operasyona "Weda Sadiq 3" de ku wekî bersivek li êrîşa rejîma sîyonîst a li ser Îranê dest pê kir, Îranê 9 herêmên cuda, di serî de Tel Aviv, hedef girt.

Îranê ji bo tolhildana şehîdên fermandar û zanyarên xwe yên ku di encama êrîşên rejîma sîyonîst de li Tehran û bajarên din hatine şehîdkirin, operasyoneke mezin a tolhildanê bi navê " Weda Sadiq 3" dest pê kiriye.

Di daxuyaniyekê de ji teref Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ve hat ragihandin ku bi dehan hedefên Sîyonîst hatine lêdan û bi taybetî baregehên leşkerî û tesîsên hêzên hewayî hatine hedefgirtin. Di operasyonê de hejmareke mezin ji mûşekên balîstîk hatine bikaranîn.

Karbidestekî Îranî ji Reuters re got, "Êdî ti cihekî li îsraîlê ewle nîne. Tolhildana me wê giran be. Dijminê sîyonîst wê bedela şehîdkirina fermandar û gelê me bide."

Rejîma sîyonîst hewl dide ku windahiyên xwe veşêre

Artêşa îsraîlê ji raya giştî xwest ku wêneyên cihê ku mûşek lê ketine parve nekin da ku mezinahiya êrîşê veşêrin, lê wêneyên ku li navenda Tel Avîvê hatine tomarkirin stûnên mezin ên dûmanê û avahiyên hilweşiyayî nîşan didin.

Raportên destpêkê hejmara birîndaran 17 nîşan didan. Ev hejmar di demek kurt de gihîşt 21, dû re 63 û di dawiyê de 70. Hat ragihandin ku li avahiyek li Tel Avîvê mirov asê mane û hinek kes jî di stargehan de asê mane.

Medyaya rejîma sîyonîst ragihand ku di encama êrîşê de avahiyek 32 qatî bi giranî zirar dîtiye, herî kêm 9 avahî bi tevahî wêran bûne û zêdetirî 300 xanî hatine valakirin. Li herêma Ramat Gan herî kêm 100 kes bêmal mane.

Li Tel Avîvê agir bi gelek cihan ket

Kanala 13 ragihand ku li Tel Avîvê "wêraniyeke bêhempa" çêbûye, qatên tevahî yên hin avahiyan hilweşiyane. Şahidan gotin ku dengê sîrenan tevahiya şevê berdewam kir, tirs û kaos serdest bû.

Fuzeyên Îranê li 9 deverên cuda yên wekî Tel Avîv, Quds, Heyfa û Bîr Şeba xistin. Piştî êrîşê, artêşa rejîma sîyonîst ji xelkê xwest ku herin nav stargehan û dernekevin derve.

Çavkaniyên rejîma sîyonîst qebûl kirin ku piraniya êrîşan bi Iron Dome û pergalên din ên parastina hewayî hatine hewl kirin ku werin asteng kirin, lê gelek mûşek gihîştin hedefên xwe. Her wiha hate îddîakirin ku Emrîka piştgiriyê dide parastina hewayî. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.