Wesayîtên ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî bangewaziya vexwendinê dikin, li kolanên Diyarbekirê ne

Wesayîtên ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî bangewaziya vexwendinê dikin, li kolanên Diyarbekirê ne

Beriya bernameya Mewlûda Nebî ya ku ji aliyê Vakfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin; wesayîtên ku bi îlahiyên Tirkî û Kurdî (Kurmancî û Zazakî) bangewaziya vexwendinê dikin, li seranserê bajêr dest bi gerê kirin.

Beriya çalakiya Mewlûda Nebî ya bi temaya 'Rêberê Yekîtî û Rizgariyê Hezretî Mihemed' ku dê li Diyarbekirê ji aliyê Vakfa Evîndarên Pêxember ve were lidarxistin; wesayîtên anonsê ji bo vexwendina welatiyan li her çar aliyê bajêr dest bi gerê kirin.

Dildarên vakfê ji bo balê bikşînin ser bernameya ku dê roja Yekşemê saet di 13.30an de li Qada Mîtîngê ya Parka Newrozê ya li navçeya Rezilê (Rezan) pêk were; li navçeyên navendî Peyas, Rezan, Bajarê Nû û Sûrê li kolan û kûçeyan digerin.

Wesayîtên anonsê ne tenê li navenda bajêr, li taxên gundewar û navçeyên derdorê jî xebatên vexwendinê didomînin.

Di anonsên ku ji wesayîtan têne kirin de îlahiyên taybet ên Mewlûda Nebî cih digirin û bi zimanên Tirkî û Kurdî (Kurmancî û Zazakî) bang li welatiyan tê kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.