Wezîrê Pêkhatiyên Dînî û Qewmî yê Herêma Kurdistanê Aydin Marûf temsîlkarîya HUDA PARê ya li Hewlêrê ziyaret kir

Wezîrê Pêkhatiyên Dînî û Qewmî yê Herêma Kurdistanê Aydin Marûf temsîlkarîya HUDA PARê ya li Hewlêrê ziyaret kir

Hat ragihandin Aydin Marûfê Wezîrê Pêkhatiyên Dînî û Qewmî yê Herêma Kurdistana Iraqê temsîlkarîya HUDA PARê ya li Hewlêrê ziyaret kir.

Marûf û heyeta pêre ji teref Evdissemed Yalçinê Temsîlkarê HUDA PARê yê li Hewlêrê ve hat pêşîwazîkirin.

Wezîrê Pêkhatiyên Dînî û Qewmî yê Herêma Kurdistana Iraqê Aydin Marûf di ziyareta ku hat kirin de destnîşan kir, ew berî niha li ser telefonê bi Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu re hevdîtin kirine û ew ji nêz ve û bi eleqe bername û xebatên HUDA PARê taqîb dikin.

Di hevdîtina ku hat kirin de mijar û rojavên li nava welêt û derveyî welêt hatin gotûbêjkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler