Wezîrê sîyonîst Smotrich: Yê ku bi guleyan nemire ew ê ji birçîna bimire
Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS), ji banga wezîrê darayî ya rejima sîyonîst Bezalel Smotrich ku gfotibû bila ji Xezzeyê re av, ceryan û xwarin werin qutkirin re bertek nîşan da.
HAMASê destnîşan kir ku ev banga wezîrê darayî ya sîyonîstan îtîrafeke zelal a polîtîkaya qirkirin û îmhekirina komî ye.
Tevger, destnîşan kir ku banga Smotrich ku dibêje “Yê ku bi guleyan nemire ew ê ji birçîna bimire” û gelê Xezzeyê bi zorê werin koçkirin û dûre ji bo îlhakê jî çareserîyek pêşnîyar kirîye, ev jî bangekî eşkere û zelal e ji bo berdewamkirina sûcên îşxalê.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin rejima sîyonîst birçîhiştin û dorpêçê li hember sîvîlan wek çekekî bikartîne, dûre bal hat kişandin ku ev jî li gorî Peymana Cenevreyê û Statûya Romayê wek sûca herbê tê wesifandin.
HAMASê, îfade kir ku gotinên wezîrê sîyonîst derheqê projeya “koçkirina bi zorê û paqijîya etnîkî” de îtîrafekî ye, nîyeta qirkirinê tê dîtin ku ji berê ve hatîye plankirin û ev jî delîlekî ye. Ji ber vê yekê rê vedibe ku îşxalker li ber Dadgeha Cezaya Navneteweyî û Dîwana Edaletê were mehkûmkirin.
Tevger, bal kişand ku ev daxuyanîya Smotrichê “tenê nerînekî tuj” nîne, polîtîkaya hikûmetê ku ev bû 23 meh in dorpêç, birçîhiştin û astengkirina têketina dermanan, bomberdmana navendên alîkarîyan û zerardayîna binesazîyê ye.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ev daxuyanî rûyê rastîn a îşxalê nîşanê cîhanê daye, tiştên ku li Xezzeyê têne dîtin “pevçûnekî leşkerî nîne”, projeyeke îmhakirina komî û koçkirina bi zorê ye. HAMASê bang li civaka navneteweyî kir ku bila mesulîyetan bigre ser milê xwe û ji bona ku serokên îşxalê ceza bikin gavên acîlî bavêjin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.