WHO: Mirinên Covid-19 di meha borî de ji sedî 13 zêde bûn

WHO: Mirinên Covid-19 di meha borî de ji sedî 13 zêde bûn

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di çar hefteyan de li cîhanê mirina ji ber Coronavirus (Covid-19) ji sedî 13 zêde bûye.

Li gorî daxuyaniya WHO, ji 26ê Kanûnê heta 22ê Çileyê 11 milyon û 44 hezar û 336 kes bi Covid-19ê ketine, 55 hezar û 108 kes jî mirine.

Li gorî 28 rojên borî hejmara pêketiyan ji sedî 25 kêm bû û hejmara miriyan ji sedî 13 zêde bû.

Di van hefteyan de bi 3 hezar û 922 kesan welatê herî zêde mirine Emrîqa bû. Piştî wê Japonya (2779), Brezîlya (952), Çîn (617) û Spanya (424) tê.

WHO diyar kir ku ji 25ê Çileyê vir ve 664 milyon û 873 hezar û 23 kes pê ketine û 6 milyon û 724 hezar û 248 kes jî mirine. Li seranserê cîhanê di 24 saetên dawî de 179 hezar û 108 kes bi vîrusê ketin, 713 kes mirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler