
WHO: Nexweşxaneya herî dawîn a ku tedawîya qansêrê dida êdî nikare xizmetê bide
Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO), diyar kir ku nexweşxaneya herî dawîn a li Xezzeyê ku tedawîya qelb û qansêrê dida, ji ber êrîşên rejima îşxalker êdî nikare xizmetê bide.
Dîrektorê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî Xê daxuyanî da, di daxuyanîyê de îfade kir ku di êrîşên rejima îşxalker ku roja Sêşemê li Xan Yûnisê li dijî Nexweşxaneya Ewrûpayê li dar xist de xerabûn û zerareke mezin pêk hat.
Tedros, weha destnîşan kir, “Nexweşxane êdî nikare xizmetê bide”, û berdewam kir ku xebatkarên tenduristîyê ya ekîba WHOyê di dema êrîşê de bi lez û bez hatine tehlîyekirin.
Dîrektorê Giştî yê WHOyê, bal kişand ku bi girtina nexweşxaneyê xizmetên cerrahîya mêjî, qelb û qansêrê jî sekinîne. Li herêmên dinê yên Xezzeyê jî van îmkanan tinene.
Rejima sîyonîst ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê binesazîya tenduristîyê hedef digre û bi hezaran sîvîlan kuştîye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.