Xebatên lêgerîna Nîmet Kiliça winda di roja 10emîn de berdewam dike
Li navçeya Çinara Dîyarbekirê Nîmet Kiliça dîya 2 zarokan ku di warê zihnî de ne temame di 21ê Çileyê de winda bûbû, li ser vê yekê xebat hatibûn destpêkirin û ev xebat bi tevî 336 personel, dron û kuçikên pispor ve di roja 10emîn de berdewam dike.
Nîmet Kiliça dayîka 2 zarokan û di warê zêhnî de ne temam e li navçeya Çinara Dîyarbekirê winda bû, ji bona ku Nîmet Kiliç were dîtin xebat hatin destpêkirin û ev xebat di roja 10emîn de berdewam dike.
Şeyhmus Kiliçê zilamê Nîmet Kiliç, destnîşan kir ku ew di sibeha 21ê Çileyê de dema ku şîyar bûye nihêrtîye ku pîreka wî ne li mal e.
Li ser vêye Şeyhmus çû mala xezûrê xwe û pîreka xwe li wê derê jî nedît, li ser vêya xeber ji ekîban re hat şandin.
Li ser xeberdayînê di 22yê Çileyê de ekîbên AFAD, Lêgerîn û Xelaskirina Zanîngeha Dîcleyê û cendermeyê dest bi xebatên lêgerînê kirin.
Di sibeha ku Nîmet Kiliç winda bûbû de di kamerayekî de hat dîtin ku Kiliç di saet 05.12an de bi tena serê xwe di rê de dimeşe.
Xebatên lêgerînê di roja 10emîn de ye; bi tevî ekîbên Dîyarbekirê ji bajarên Entab, Çewlig, Riha, Mêrdîn û Semsûrê jî ekîb hatin sewqkirin. Ji ekîbên AFADê re ekîbên Lêgerîn û Xelaskirina Zanîngeha Dîcleyê, Komandoyên Cendermeyê, Tîma Lêgerîna Sûc a Cendermeyê (JASAT) û Xelaskirina Lêgerîna Bin Avê ya Cendermeyê (SAK) jî beşdarî xebatan bûn.
Hat destnîşankirin ku di xebatan de 336 personel, 16 dron, 20 wesayît û 2 kuçikên pispor hene. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.